BİR ZAMANLAR ardahan hoçvan köyleri yazar:ORUÇ SURAL
BİR ZAMANLAR ARDAHAN HOÇVAN Wextekê Xoçvan Wextek ji wextan celebên pêz ji goman serbest dihatin berdan. Çawa ku ji dîwarên hepsekê azad bibin mîhên reben bi kelecanekê dibeziyan ber mêrg û çayîrên dorhêla gund. Pêşîn derdora xwe raçav dikirin, bi hêviya dîtina berxikên xwe. Lê gava ku dengê şivanekî bêlome bilind dibû, mîna her carê, hêviya xwe ji dîtina berxan dibirîn: Tipiprrşş! Li dora wan segên şivên, li pêşiya wan mîha serkeş a stû bizengil wan berê xwe dida zozanên xweşxemilî. Çiyayên me şên dibûn bi çêreyên geş. Şivanekî kilameke kevin dilorand li ser serboriyên dilgirtiyên bêmiraz. Dengê wî diherikî, digîhîşt newal û kendalên çiyayên Qisir. Masiyên piştbelek radibûn reqsê, dicoşiyan. Jineke emirdirêj, kofîya bi penesan nexşandî li sere wê, dêriyeke bi caw û pirtiyên xas dirûtî li bejna zirav alandî, hema wisa bi bedewiya xwe ya esîl li ber derî xuya dikir. Paşê, diçû satila xwe datînî ser tifika pixêrîgê. Şîrê ku ji ber çerxa maşîneyê mabû ro dikir nava satilê. Agirek berdida qirş û qalên ber kermeyan. Yanî ocaxa xwe vêdixist. Pîreke emirborî rîsên rengîn dianîn ber tevna xwe, haziriya xaliyeke din dikir. Keçikên gund bi kelecan bala xwe dida desten jêhatî yên pîra rûken. Tava şefeqê rûyê zarên rûneşûştî diqijiland. Xalê Casim nîrê gayên beş rind dişidand, kotana zengargirtî ji cihekî meregê derdixist. Danê nîvro jî toximê di pêştemala xwe de direşand ser şûvên zeviya genim. Apê Yaro diçû cotan; hêrga xwe radikir. Di wê kelakela germe de heta êvarê bi gayen westiyayî re hevdixist. Navroja meta Kîrazê begam nedikir, bi tenê gulopiyek qatix dixwar, xwe birçî dihişt. Hêrsa wî incex bi tasek ava sar dadiket. Bi tanga êvara re naxir û celeb ku dadiketin nava gund awaza mîh û berxan, çêlek û golikan li çiyayan vedigirt; hêwirzeyek radibû. Çawa ku roja mahşerê di pirtûkên pîroz de tê tarîfkirin eynî hema wisa diqewimî: Çêleg li golikên xwe, berx li dayîkên xwe, xweyî jî li terşê xwe digeriyan. Îcar, piştî ewçend bez û xebata royê mirov jî sewal jî ji taqetan diketin, her kes vedikişiya stargeha xwe. Wexta aşbûnê dihat. Cînar li malekê dihatin cem hev, dema xwe bi galegal û henekan derbas dikirin. Hikyatên ku qet nehatibûn bihîstin; Dêwê heftserî, Elînewêrek, Sîyabend û Qedê, Gustîlka Qîza Paşê dihatin gotin. Lehengên me geh dadiketin heft qet binê erdê, geh bi şûrên destê xwe zora ordiyên eşîran dibirin. Carina ew li pey xewneke xwe diçûn, carina jî –notila Sîyabend- wan emrê xwe li pey bidestxistina felekê derbas dikir. Li ser kulavên dornexş dembuhêrkên şevên dirêj ên civatên mêran bi hikyat û destaneyên evînên nemir dikemilîn. Di wan odeyên ku dîwarên wan bi xaliyên xas xemilandî guhdaran bi baldarî guhên xwe dida kilambêjan; gelo Xecê wê bikaribiya bigihîşta hewara Siyabendê ku bi nalenal li benda wê bû? Şêniyê Xoçvanê bi xem û xeyalên qehremanên çîrokan bere xwe dida xewê. Xwezî li wan çaxan! ORUÇ SURAL
ardahan hoçvan tarihi